Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

DI NAV GUHERTINAN DE CIVAKA ME!/ Ahmet Gezer

DI NAV GUHERTINAN DE CIVAKA ME!/ Ahmet Gezer

 Rojekê xwerziyekî me ji min pirsî:

“Xalo, ev 8–10 sal in tu nehatî welat. Tu niha welat çawa dibînî? Di van salan de çi guhertin çêbûne?”

Bi bihîstina vê pirsê re ez li ser civaka me û li ser guhertinên ku di nav van salên dawî de çêbûyî fikirîm. Rast e, ev du salên dawî e ku ez diçim welêt û vedigerim. Ji ber vê yekê, ez dikarim hinek ji van guhertinan ji nêzik ve bibînim, ber hev bikim û hîs bikim.

A rast di van salên dawî de, di nav civaka me de gelek guhertin çêbûn. Ji van guhertinan hinek guhertinên xwezayî ne. Jiyana mirovan diguhere, teknoloji pêş dikeve, şert û mercên civakî diguherin û mirov dikare van guhertinan heta radeyekê qebûl bike.

Lê pirsgirêk li wê derê dest pê dike. Em dibînin hin nirxên ku civaka me bi salan e parastine hêdî hêdî winda dibin.

Di nav civakê de rêz, hurmet, exlaq û rêziman, ku berê xwedî cihekî girîng bûn, îro kêm bûne. Meriv li civaka berê digere, li wê civaka ku mirov bi hev re girêdayî bûn, li wê civaka ku cîranan cîranên xwe nas dikirin, di êş û kêfxweşiyê de li hev digihîştin, li wê civaka ku rêz û hurmet bingeha têkiliyên mirovan bû. Lê mixabin, îro em gelek caran wan nirxan wekî berê nabînin.

Meriv li çand û hunerê jî digere. Li stran û muzîka me, li adet û kevneşopiyên me, li çîrok û bîranînên bav û kalên me digere. Lê mixabin, hinek ji wan nirxan roj bi roj kêm dibin. Hin adetên me tenê di bîranînên nifşên berê de mane û hin jî di xetera windabûnê de ne.

Guhertin xwe bi xwe ne tiştekî xerab e. Civak divê biguhere û pêş ve biçe. Lê pêşveçûn divê bi kok û bineta xwe re têkildar be. Mirov dikare nûjen bibe, lê divê ji nasname, ziman, çand û nirxên xwe qut nebe. 

 Pirsgirêka me ew e ku em carinan di nav vê guhertinê de kokên xwe ji bîr dikin. Dema ku civak ji çand, exlaq, rêz, rêzimanan û nirxên xwe dûr dikeve, tenê awayê jiyanê naguhere; bingeha civakê jî qels dibe.

 Ez difikirim ku ev mijar bi taybetî ji bo Kurdên Anatoliya Navîn girîng e. Ji ber ku civaka me di dîroka xwe de gelek zor û zextên asîmîlasyonê derbas kirin. Di şert û mercên wiha de, parastina ziman, çand, adet, bîranîn û nirxên civakî tenê ne parastina rabirdûyê ye; ew parastina hebûna me ye.

 Em ne dikarin demê rawestînin û ne jî dikarin civakê ji guhertinê dûr bixin. Lê em dikarin hilbijêrin ku em di vê guhertinê de çi biparêzin û çi ji nifşên teyî re bihêlin.

 Ji ber vê yekê, dema em li civaka xwe dinêrin û dibînin ku exlaq, rêz û rêziman kêm dibe, divê em tenê gazinan nekin. Divê em ji xwe bipirsin: “Em dikarin çi bikin?”

Ji ber ku civak tenê bi avahî û aboriyê pêş ve naçe. Civak bi ziman, çand, exlaq, rêz, huner û bi hevdugirtinê jî pêş ve diçe.

 Kokên me dîrok in, çanda me nasname ye û nifşên nû jî siberoja me ne. Ger em dixwazin civaka me li ser bingehekî xurt pêş ve biçe, divê em hem pêşerojê ava bikin û hem jî kokên xwe biparêzin.

 Ahmet Gezer– 11/10-2026