Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

Nûçe

DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

DAXUYANIYA ÇAPEMENIYÊ

PKAN Ewropa bang dike: Pêşeroja Kurdên Anatoliya Navîn bi hev re rêxistin bikin

Herlev – Danîmarka | 18–20 Îlon 2026


Rêveberiya PKAN Ewropa, di çarçoveya têgihiştina “Nas bike – Parve bike – Hilberîne” de, di navbera 18 û 20ê Îlona 2026an de li bajarê Herlevê yê Danîmarkayê civînek fizîkî pêk anî.


Di civînê de, xebatên rêxistinî yên li Ewropayê, asîmîlasyon û windabûna zimanê dayikê, xebatên ziman û çandê û armancên xebatên pêşerojê hatin nirxandin.


Di civînê de, parastina ziman, çand û bîra civakî li hemberî asîmîlasyonê û veguhastina wan bo nifşên nû wekî yek ji pêşînên bingehîn hate destnîşankirin.


Di vê çarçoveyê de, biryarên jêrîn hatin girtin:


Xebatên li ser ziman û çanda Kurdî bihêztir bên kirin;

Di xebata Arşîva û Bîra Dîjîtal a Kurdên Anatoliya Navîn de zêdetir girîngî bê dayîn;

Xebatên jinan û ciwanan bên pêşxistin û bihêzkirin;

Di navbera komele û sazîyên Kurdên Anatoliya Navîn li Ewropayê de zemînek hevkarî û xebata hevbeş bê xurtkirin;

Bi rêya projeyên hevbeş û xebatên çandî, têkiliyên civakî û hevpeyvîn bên pêşxistin.

Di civînê de Pêvajoya Aştiyê û Civaka Demokratîk jî hate nirxandin. Di vê çarçoveyê de, girîngiya beşdarbûna Kurdên Anatoliya Navîn bi pirsgirêkên wan ên taybet ên dîrokî, çandî û civakî û daxwazên wan ên demokratîk di vê pêvajoyê de hate destnîşankirin.


BANGA XEBATA HEVBEŞ

Rêveberiya PKAN Ewropa bang li hemû Kurdên Anatoliya Navîn, komele, sazî, jin û ciwanên ku li Tirkiyeyê, Ewropayê û welatên cuda yên cîhanê dijîn dike ku di xebatên hevbeş de cih bigirin.


Em bawer dikin ku girîng e em bi parastina cudahiyên xwe li ser pirsgirêkên hevpar hevdu bibînin, ziman, çand û bîra civakî ya xwe bi hev re biparêzin.


Divê di navbera komele û sazîyên me de ne dîwar, lê pirên hevkariyê bên avakirin. Divê em li ser pirsgirêkên hevpar hevdu nêzîk bikin, ezmûnên xwe parve bikin û bi hev re hilberînin.


Her gavek ku em îro ji bo ziman, çand û bîra civakî ya Kurdên Anatoliya Navîn bavêjin, ji bo nifşên pêşerojê mîraseke girîng e.


Ji ber vê yekê, banga me zelal e:


Were, cudahiyên xwe wekî dewlemendiyekê biparêzin û li ser pirsgirêkên hevpar hevdu bibînin.

Were, ziman û çanda xwe bi hev re biparêzin.

Were, di navbera sazî û komeleyên xwe de zemînek xurt a hevkarî û xebata hevbeş ava bikin.

Were, bi hev re bifikirin, bi hev re hilberînin û pêşeroja xwe bi hev re rêxistin bikin.


Pêşeroja Kurdên Anatoliya Navîn ya hemû me ye.

Ne temaşevan, lê xwedîderketî û xwedîrol bin!

RÊVEBERIYA PKAN EWROPA