Têkeve
NÛÇE
PKAN

KURDEN ANATOLİYE

HEVALÊ QEDÎM: MEKAP

HEVALÊ QEDÎM: MEKAP


Zarokatiya min li gundê Celebê derbas bû. Di wan salan de Celeb gundekî pir şên bû; bi lîstikên me, bi deng û awazên me, kolanên gund her dem tijî jiyan û şahiya zarokan bûn.

Mîna îro telefon û komputer tunebûn; me nizanibûn înternet çi ye. Cîhana me ji malê heta kolanên gund û ji kolanan heta baxçe û daristanan bû. Lîstikên me hemû li ber malan û li kolanên Celebê bûn. Sibe ji malê derdiketin û heta berî êvarê, heya ku mele banga nimêjê nedida, em venedigeriyan malê. Cîhana me ewqas fireh bû.

Lîstikên wê demê piranî bi kevir, bi ben, bi kendir û bi axê bûn. Em futbol jî dilîstin. Gava ji lîstikan westiyan, me xwe dida baxçeyên gundiyan û ji darên wan zerdal û sêvan dizîn. Baxçeyên hin gundiyan ên ku li Ewropayê dijiyan jî me baş dizanîn. Me ji ser dîwarên hewşan re baz dida, berîkên xwe tijî dikirin û paşê em direviyan.


Di nav wan malan de malê Betalê Ose, Menderesê Ale, Elî yê Bilî Bektêş, Cemalê Hecî Elê û çend malên din hebûn ku navên wan êdî di bîra min de nemane.


Ma ew jî heqê xwe li me helal bikin!

Celeb di wê demê de gundekî dewlemend nebû. Her mal bi zor û zehmetî debara xwe dikir. Kinc û pêlavên me, mîna îro, ne pir û ne jî hêsanî dihatin kirîn. Min û hevalên min tenê cotek pêlav hebû. Ji cotekî zêdetir pêlav ji bo zarokekî wekî me dewlemendiyeke mezin bû.


Em bi heman cotê pêlavan diçûn dibistanê, top dilîstin, diçûn nav daristan û baxçeyan û li ser dîwaran baz didan. û bavên me ji ber pêlavan gelek zehmet dikşandin; ji ber ku lîstin, bazdan û hilkişîna ser dîwaran pêlavên me pir didirandin.

 

Mezinên me carinan tenê piştî çend mehan dikaribûn cotek pêlavên ji me re bikirin. Pêlavên min , mîna pêlavên hevalên min, herî zêde mehan dikaribûn bimînin.

Rojekê bavê min ji bajarê Enqerê hatibû û ji min re cutek pêlavên anîbûn. Dema dîya min pêlav dîtin, hez nekir û got:

"Ev pêlava ji lawîkê me re mehekê narin!"

Pêlavên min mekapên reş bûn. Bavê min, di binê simbêlên xwe de kenî û got:

pêlavê gerîllayan hem havînê hem zivistanê li Qendîl û Gabarê li lingên xwe dikin û tiştek nayê. Lawikê te li Celebê çawa wan bidirîne?”

  

Salek şûnda, diya min pêlavên min girtin destê xwe, li wan nihêrî û ji min re got:

Pêlavên te hîn nû ne, lê ê li lingên te biçûk bûne.

 Erê, mekapên min hîn mîna roja yekem xuya dikirin, êdî li lingên min teng bûbûn. Di demê de tenê ew qas dizanibûm: pêlavên min bûn, lingên min mezin bûbûn.

  

Çend sal şûnda, min fêm kir ku gerîllayan çima mekap li lingên xwe dikirin. Ew bîranîna biçûk a zarokatiya min careke din hat bîra min.

Ew pêlavên r, yên ku wê rojê ji ber ku li lingên min biçûk bûbûn, ji wan xatir xwestibûm, li çiyayên Kurdistanê bûbûn bingeha destaneke mezin ya Egîdên Kurd.

Mekap pêlavên sivik in. Ji ber yekê gerîllayên ku li çiyayan dimeşiyan, bi wan re dikaribûn demeke dirêj bêwestan biçin. Li ser berfê şopa wan kêm diman. Gava bi ava baranê yan bi ava çeman şil dibûn, ew bi hêsanî dihûşkûn û barê wan li ser lingan kêm .

Dema ku min dest bi fêmkirina van tiştan kir, min zanî ku mekap pêlaveke erzan bû; bi temamî ji p û lastîkê hatibû çêkirin. Ne pêlaveke biha bû, ne jî pêlaveke ku mirov bi dîtina wê serbilind bibe. Lê ji bo wan ku li çiyayan dimeşiyan, ew pêlav bû tiştekî din: ew amûreke rêwîtiyê, berxwedanê û xweşkirina armancekê bû.

Mekap serkeftî bû. Belkî nirxê wê ne ji p û lastîkê, lê ji baweriya lingên ku li ser wê pêlavê dimeşiyan û ji aqil û biryara fermandarên ku rêya wan li çiyayan didan, dihat.

Û ez dizanim: tiştên ku mirov li lingên xwe dike, ne her tim bi markeyên biha û navên mezin têne pîvan. Carinan mirov bi tiştekî pir hêsan, bi pêlaveke reş a ji paç û lastîkê çêkirî, dikare li ser axa xwe rêyek dirêj bimeşe.

Ji ber ku nirxê rastîn ê tiştên ku mirov li piyan dike ne di bihabûna wan de ye; di baweriya mezin a mirovan de ye ku ew li hember axa xwe li ser piyan dihêle.